“Tankerên neftê yên li Fuceyrayê ji teref îsraîlê ve hatin lêxistin”
Berpirsê Asyaya Rojava yê Komîteya Navneteweyî yê Mafên Însanan Heysem Ebû Seîd destnîşan kir, berpirsê wan teqînên ku di tankerên neftê yên ku bendera Fuceyrayê de pêk hatin îsraîl e.
Ji teref Berpirsê Asyaya Rojava yê Komîteya Navneteweyî yê Mafên Însanan Heysem Ebû Seîd ve derbarê tankerên neftê yên ku êrîş li wan hatin kirin de daxuyanîyek hat dayîn.
Ebû Seîd di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew herêma ku lê teqîn pêk hat û wek herêma leşkerî tê bikaranîn bi temametî di bin kontrola Amerîkayê de ye. Berpirsê wan teqînên ku di tankerên neftê yên li bendera Fuceyrayê pêk hatin îsraîl e.
Di 12ê Nîsanê de hatibû diyarkirin di bendera Fuceyrayê ya li Mîrnişînîyên Yekbûyî yên Ereban di 7-10 tankerên neftê de teqîn pêk hatiye.(ÎLKHA)