Rûhanî: Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku wek bersiv da daxuyanîya Pompeo de destnîşan kir “Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo berî di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ew bêşert û merc amade ku bi Îranê re gotûbêjê bikin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiv da daxuyanîya Pompeo û destnîşan kir “Ew terefê ku ehemîyetê nade gotûbêjan, şertên peymanê îhlal dike divê vegere li ser sihra berê. Heta ku ew venergin li ser sehra berê ji berxwedanê pê ve tu vebijêrk li ber me tune ye. Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin.”(ÎLKHA)