• DOLAR 32.563
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2430.168
  • ...
250 zarokên Filistînî îdeke din di zindanên siyonîstan de derbas dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Navenda Lêkolînê yê Êsîrên Filistînî Rafet Hamdune derbarê mijarê de daxuyanîyek da.

Hamdune di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser zarokên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatine desteserkirin û di zindanan de tên girtin û derbarê mijarê de wiha got: “250 zarokên Filistînî îdeke din di zindanên siyonîstan de derbas dikin.”

Hamdune di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Îd ji wan êsîrên ku di zindanên siyonîstan de tên girtin weke qetlîama qelbê ye. Kezeba bi sedan êsîran ji bo zarokên wan dişewite. Êsîr hêvî dikin ku di îdê de  zarok û malbatên xwe bibînin. Niha 5 hezar û 700 êsîr di zindanên siyonîstên terorîst de ne ku ji van 250 kes zarok in û ev zarok ji teref siyonîstan ve tên astengkirin ku dê û bavên xwe bibînin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir