• DOLAR 32.5
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2436.413
  • ...
Koalîsyona Siûd zêdetirî 3 hezar zarokan qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Pêşveçûn û Mafên Însanan a Yemenê ve derbarê zarokên ku li Yemenê ji teref koalîsyona Siûd ve hatin şehîdkirin de raportek hat weşandin.

Di raporta ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser zarokên ku ji teref koalîsyona Siûd ve hatine şehîdkirin.

Di raportê de hat diyarkirin di 4 salan de  di encama êrîşên ku ji teref koalîsyoa Siûd ve  li Yemenê hatine kirin de 15 hezar û 185 kesên sîwîl şehîd bûn.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ji van kesên ku hatine şehîdkirin zêdetirî 3 hezar kesan zarok  û 2 hezar û 587 kes jî pîrek in.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir