Li Bîngolê qeza: 5 birîndar
Li Bîngolê di encama lihevqelibîna du wesayîtan de 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Bîngolê di encama lihevqelibîna du wesayîtan de 5 kes birîndar bûn.
Qeza derdora wextên nîvro de li ser Rêbeja Bîngol-Dara Hênê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 34 VKB 52 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn û wesayîteke din a ku plaqeya wê nehat hînbûn li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)