Erdogan: Em di warê mûşekên S-400î de bi paşve gav navêjin
Serokomar Erdoganê ku piştî nimêja îdê ji rojnamegeran re axivî destnîşan kir: “Em di warê mûşekên S-400î de bi paşve gav navêjin.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê piştî nimêja îdê daxuyanî da endamên çapemenîyê.
Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê mûşekên S-400î de nirxandinan kir û got: “ Peymaneke ku hatiye îmzekirin heye û qerardarîya me heye. Em di warê mûşekên S-400î de bi paşve gav navêjin.”(ÎLKHA)