• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îmam Xumeynî di 30yemîn salvegera wefata xwe de tê bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Îmam Xumeynî di  30yemîn salvegera wefata xwe de  li gelek welatan tê bîranîn.

Îmam Xumeynî di 3yê Hezîrana 1989an de wefat kir û wê demê bi merasîmeke ku bi milyonanan kes beşdarbûbû li Goristana Beheştî Zehra hatibû definkirin.Îmam Xumeynî her sal di wextê salvegera wefata xwe de bi merasîman tê bîranîn.

Her weke ku tê diyarkirin û tê zanîn Îmam Xumeynî bi helwest û lehengiya xwe ya şoreşgeriyê dihat naskirin û her wiha jî li dijî emperyalîstan û hevkarên wan  bêtawîz radiwestiya ku ev yek bi digel Şoreşa Îslamê tezahûr kir.

Îmam Xumeyniya ku ji mustazafan re pêşîwantî kiriye,  bi slogana ‘La Şîîye la Sunnîye Wehdeh Wehdeh Îslamiye’ diyar kiribû ku armanca wî ya rastî  ne mezinkirin û bilindkirina mezheban e. Bi vê slogana xwe destnîşankiribû xaye û armanca wî ya ewil û rastî gihaştina wehdeta Îslamî ye.Ew balan kişandibû li ser vê yekê.

Îmam Xumeyniyê  bi mucadeleya ku li dijî mustekbîr û zaliman daye,  ji bo xelkên mustezaf bûye mînak û ji bona yekîtiya alema Îslamê her tim di rojevê de bimîne Roja Qudsê ya Cîhanê û Hefteya Wehdetê îlan kiriye.

Umem Xumeynî di derheqê wê mucadeleya ku mustezafan li dijî mustekbîran didin  de diyar kiribû ev mucadele dozekî pîroz û dozekî îlahî ye û ji hemû tiştî jî girîngtir e.

Hedefa wî ya herî mezin ji rastê rakirina mustekbîran bû û bi heman awayî ji bona mustezafan dixwast di şûna van mustekbîran de dinyayeke ku di bingeha wê de edalet, huriyet,wekhevî hebe bidamizrîne.

Îmamê ku ji nû ve mucadeleya heq û batilê dida tarîfkirin, diyar dikir di bingeha vê mucadelê de şerê mustezaf û mustekbîran heye.

Îmam Xumeynî diyar kiribû ku dijminê herî mezin a însanetîyê ‘Şeytanê mezin Emrîka û xespker Îsraîl’ e.Îmam Xumeynî di derbarê vê mijarê de her wiha diyar kiribû ku xelasîyê însanetîyê encax bi birîna van her du destên bi xwîn mimkûn e.

Îmam Xumeyniyê ku ji Fîlîstîn û doza pîroz a Qudsê re pir girîngî dida diyar kiribû ku pêwîst e temamê mislimanan di vê oxirê de bi temamê derfet û îmkanên xwe mucadele bikin.

Îmam Xumeyniyê ku di 3yê Hezîrana 1989an de di 87 saliya xwe de wefat kiribû her sal  nexasim li Îranê û li tevahiya cîhanê bi merasîman tê bîranîn.(ÎLKHA

Bu haberler de ilginizi çekebilir