• DOLAR 32.564
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2410.94
  • ...
Diyarbekir ji bo “Qudsa Azad” meşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan û Şubeya Diyarbekirê ya Platforma Qudsa Azad ve ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê ve Meşa Qudsa Azad hat lidarxistin û daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxistin.

Berîya daxuyanîya çapemenîyê xelk piştî nimêja esrê li ber Camîya Sumerê civîya. Dû re bi tekbîr û dirûşmeyan dest bi “Meşa Qudsa Azad” kirin. Meş heta Derîyê Rihayê berdewam kir. Li vê derê daxuyanîya çapemenîyê ji teref Fîkrî Karavîl ve hat xwendin.

Karavîl di daxuyanîya ku xwend de wisa diyar kir: “Divê ew kêmîna ku eşqîyayên Amerîkayî pê dixwazin temamê Mislimanan ji xwe re bikin kole û êsîr bê dîtin. Quds muqaddesata temamê Mislimanan e.  Siyonîst bi alozî û tevlîhevîya ku derdixin mezin dibin.  Divê îro Quds ji her carî zêdetir di rojevê de bê girtin û divê em ji bo azadîya Qudsê micadele bikin. Lewra li ser me ferz e ku em li ba birayên xwe yên Misliman cî bigirin.”

Karavîl di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir li dijî zilm û zordarîya ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve tên kirin re di serî dewletên xerbî û her wisa gelek dewlet xwe ker û lal dikin. Karavîl dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji ber vê minasebetê em cardin hêvî dikin ku Roja Qudsê ya Cîhanê bibe wesîleya yekîtî û digelhevîya ummetê. Em hêvî dikin ku êdî nema xwîna Mislimanan biherike.”(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir