• DOLAR 32.539
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2488.994
  • ...
Ji bo ummeta Îslamê dia hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ji ber minasebeta Leyletul Qedra ku ji hezar mehî bixêrtir e, jin û mêr û xort û extiyar, biçûk û mezin berê xwe dan mizgeftan û dia kirin. Li camîyan ji ber mina seveta Leyketul Qedrê berbane hatin lidarxistin.

Li Mizgefta Şevket Başakê ya li navendê bername piştî nimêj êvarî dest pê kir. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi xwendina qesîde û îlahîyan berdewam kir.

Dû re Miftîyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan  derbarê ehemîyeta Leyletul Qedrê de axavtinek kir.

“Berîya Pêxemberê me di nav qeyranê de bû”

Erhan di axavtina xwe de diyar kir berîya hatine pêxemberê me însanetî di nav qeyranê de bû û li her derî neheqî belav bûbû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temamê cûreyên zilman ji teref însanan ve li însanan dihat kirin. Hinek însan li ser însanên din bûbûn xwedî tahakkum. Hinek însan li bazaran dihatin firotin, zarok qîz belesebeb dihatin  kuştin. Pêxemberê me Hz. Muhammed li dijî van neheqî û zilman aciz dibe û dikeve nava tefekkurê ku di wê kêlîyê de Xweda ayeta Îqrayê jê re nazil dike. Vaye ew ayet ewil a ku nazil dibe di  şeva Leyletul Qedrê de nazil dibe.”

 “Dema ku em li gorî fermanên Qur’anê hereket bikin ew ê derdora me ronahî bibe”

Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ehemîyeya Leyletul Qedrê ji ber Qur’anê ye û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew Qur’an bi şikleke bêqisûr li ber destê me ye. Divê em zêdetir bi Qur’anê hemhal bibin. Lewra tiştê ku dê dinya û axreta me ronahî bike ew ê Qur’an be. Divê em fermanên di Qur’anê de di qelbê xwe de bi cî bikin.”(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir