• DOLAR 32.383
  • EURO 35.107
  • ALTIN 2326.38
  • ...
Zarokên ku Qur’anê xitim kirin bawernameya xwe girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin 32 zarokên ku temena wan di navbera 4-6 salan de ye û li Baxçeya Zarokên Zêrîn a ku di bin sîwana Şubeya Cemîyeta Mustazafan a Êlihê ve hat vekirin de perwerdehîya  xwe ya Qur’anê temam kirin bawernameya xwe standin.

Malbatên zarokan jî beşdarî merasîma dayîna bawernameyê bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi  axavtina Serpîl Zarîça Îdarevana  Baxçeya Zarokên Zêrîn berdewam kir.

 “Îstîqbala însanetîyê zarokên îro ne”

Zarîç di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di bingeha perwerdehîyan de Qur’an heye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Qûr’an nûrekî wisa ye ku qethîyen nikare ew nûr bê tefandin. Vaye ji ber vê yekê xwezî li wan kesan ku Qur’anê kirine bingeha perwerdehîyên xwe. Her çi qas îhyaya civakê bi Qûr’anê be alîyekî wî dî jî însan e. Îstîqbala însanetîyê zarokên îro ne. Ew civkên ku dayikê ji hîndekarîyê û zarokan jî ji perwerdehîya fitrî dûr xistye qethîyen îhya û islah nabe û ew ê xera bibe.”

“Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin”

Zarîç di berdewama axavtina xwe de diyar kir hedîyeya herî mezin a ku ew ê ji teref dê û bavan ve ji zarokên wan re bê hiştin exlaqa xweş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em guh bidin zarokên xwe û li wan xwedî derkevin. Divê em piştî 7 salî nimêjê hînî wan bikin û bi wan re bibin heval. Dîsa divê me bi wan re hemhal bibin da ku em karibin piştî 15 salîya wan bi wan re îstîşare bikin.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir