• DOLAR 32.592
  • EURO 34.853
  • ALTIN 2505.504
  • ...
Eşqa hînbûna Qur’anê ya kesên temendirêj
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Kesên ku emrê wan li ser 60î ne û ber bi kalbûnê ve diçe li Qursa Qur’anê ya Mustafa Seher Taştana li Semsûrê di nav heftîyê de her roj tên ba hev pêkve cûzên xwe yên Qur’anê dixwînin.

Kesên ku tên qursê û pêkve Qur’anê dixwînin derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Şînasî Demîrê 70 salî:  Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje ‘Ji welidînê heta mirinê ilmê tahsil bikin.’ Em jî di vê çarçoveyê de Qur’ana Kerîm hîn dibin û hewl didin fam bikin. Em li vê derê Qur’anê bi tecwîd hîn dibin.  Dema ku em dixwînin xoceyê me meala wê ji me re dibêje. Ji bilî wê em diayên derheqê îbadetan de ji ber dikin.”

Veysî Gunen: “Min temamê zarokên da xwendin, lê min bi xwe îhmal kir.Emrê min 69 e û min di heyama memûrtîya xwe de fersend nedî ku Qur’anê hîn bibim. Min temamê zarokên xwe şandin îmam xatîban û 4 ji wan ji îlahîyatê mezûn bûn. Piştî ku ez bi teqawîd bûm re min biryar da ku ez dest pê bikim.”

Fuat Delîbalta: “Me ji Qur’anê re wext veneqetand ku me xeletîya herî mezin di vî warî de kir. Ez dereng mam. Lewra wextê me jî tune bû. Em li vê derê hewl didin Qur’ana Kerîm hîn bibin. Mala wan kesên ku ûbn wesîle em li vê derê dersê bistînin razî bit.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir