Li Stenbolê şewat: 2 mirî 3 birîndar
Li Fîkîrtepeya Stenbolê di avahîyekê de şewat derket, di encama şewata ku derket de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin li Fîkîrtepeya Stenbolê di avahîyekê de şewat derket, di encama şewata ku derket de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat li ser banê avahîyeke 3 qetî de pêk hat. Ji ber şewata ku di avahîya ku tê îddîakirin wek depoya kaxizan tên bikaranîn agir bi 3 avahîyên li derdorê jî ket.
Ji ber îxbara ku hat kirin gelek ambûlans û îtfaîye hatin sewqkirin cihê bûyerê.
Bi mudaxeleya îtfaîyevanan agir hat tefadnin. Di encama şewata ku derket de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)