• DOLAR 32.552
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2497.523
  • ...
“Em ê êtîmên xwe her tim kêfxweş bikin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetîm Elîya ku sazîya alîkarîyê ye û bi alîkarîyên xêrê yên ku dike dengê xwe li derdorê daye hesandin li zêdetirî 50 welatan xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Sazî vêcarî jî li Rihayê xebatên xwe yên alîkarîyê birêve bir.

Rayedarên sazîyê li Rihayê ji 50 zarokên ku bi wasitaya Kerwana Umûdê ya Rihayê hatibû tespîtkirin alîkarîya cil û bergan kirin.

Temsîlkarê Rihayê yê Avrupa Yetîm Elîyê Îsmaîl Karadal derbarê  xebatên alîkarîyê yên ku hatin kirin de nirxandinan kir û wiha got: “ Avrupa Yetîm Elîya ku li Ewrûpayê xebatên xwe birêve dibe bi alîkarîya Kerwana Umûdê li Rihayê ji 50 zarokan re alîkarîya cil û bergan kir û ew kêfxweş kirin. Em ê êtîmên xwe her tim kêfxweş bikin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir