• DOLAR 32.365
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2324.938
  • ...
HUDA PAR: Amerîka Tirkîyeke ku jê re zêdetir teslîm bibe dixwaze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda HUDA PARê ve nirxandina rojeva derve ya heftîyane hat weşandin. Di nirxandina ku hat weşandin de cî hat dayîn van mijaran: tehdîdên Amerîka yên di warê mûşekên S-400î de yên ku li Tirkîyê tên kirin, êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin, sabotajên ku li  Mirnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban keştîyên neftê hatin kirin, li Avusturyayê qedexekirina hîcabê.

Gefxwarinên Amerîka yên ku di warê mûşekên S-400î de li Tirkîyê tên kirin

Di nirxandina ku hat kirin de bal hatin kişandin li ser gefxwarinên Amerîka yên ku di warê mûşekên S-400î de li Tirkîyê tên kirin û dû re di bîran hat xistin ku di pêşnûmaya ku ji teref Amerîka ve ji Komîteya Pêwendîyên Karên Derve yê Amerîka re hatiye pêşlêşkirin de tê diyarkirin ger Tirkîye mûşekên S-400î bistîne ew ê Tirkîye ji bernameya F-35an bê derxistin.

 “Digel dijmintî û gefxwarinên ku tên kirin Tirkîye hêj bi Amerîka û Neteweyên Yekbûyî re di nav têkilîyên nêz de ye ku ev yek jî xelet e”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin digel dijmintî û gefxwarinên ku tên kirin Tirkîye hêj bi Amerîka û Neteweyên Yekbûyî re di nav têkilyên nêz de ye ku ev yek jî xelet e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “  Rageşîya mûşekên S-400î zordestîya Amerîka ya li ser welatên cîhanê nîşan dide. Amerîka ewlehîya welatên NATOyê ji xwe re dike hincet û ji ber vê yekê ji polîtîkayên parastinê yên mîna S-400î ya Tirkîyê re dijberîyê dike ku sedema vê yekê jî di rastîyê de Amerîka Tirkîyeke jê re zêdetir teslîm bibe dixwaze. Lewra mûşekên S-400 ji ewlehîya welatên NATOyê re ne tehdîd e. Amerîka ger ketibana derdê ewlehîya welatên NATOyê, ranedibû ji wan komên ku li ser sînora Sûrîyê  ewlehîya Tirkîyê tehdîd dikin ew çek nedişand û destekê nedida wan. Lewra Tirkîye jî endamê NATOyê ye. Digel dijmintî û gefxwarinên ku tên kirin Tirkîye hêj bi Amerîka û Neteweyên Yekbûyî re di nav têkilyên nêz de ye ku ev yek jî xelet e.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê dawî li tesîra Amerîka ya li ser welêt bê anîn û di vî warî de Tirkîye bibe xwedîyê polîtîkaya parastineke xweser a li gorî xwe.

Di nirxandina rojeva derve ya hefîtyane de derbarê êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin, sabotajên ku li  Mirnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban keştîyên neftê hatin kirin, li Avusturyayê qedexekirina hîcabê û dijmintîya Îslamê de jî wisa hat gotin:

-Rusya û Amerîya ku ji bo berjewendîya xwe li xalekî hevpar hatine ba hev şerê navxweyî ya li Sûrîyê ji ser rejîm û muxalifan bi şikleke kontrolkirî didomînin.

-Bi sabotajên ku tên îddîakirin li 2 keştîyên neftê hatine kirin, tê xwestin ku bi rêya leşkerî mudaxele li Îrana ku bi amborgoya aborî hatiye zeîfkirin bê kirin.

- Ji ber ku hikûmeta radîkal a li Avusturya di bin navê “micadeleya bi Îslama siyasal re” de polîtîkayên cûdakar dimeşîne li hember penaber û Mislimanan êrîşê zêde dibin.

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir