• DOLAR 32.412
  • EURO 35
  • ALTIN 2324.401
  • ...
Li Îranê  2 ton tiryak hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li rojavayê Tahrana paytexta Îranê di du operasyonên ku hatin lidarxistin de ji teref Fermandarîya Teşkîlata Polêsan a Bajêra Tahranê ve 2 ton tiryak hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarê Teşkîlata Polêsê Tahranê General Muhsîn Xançerlî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Xançerlî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Piştî ku derheqê tacirên jehrê de ji me re îxbar hat kirin re me li Şehrîyara Tahranê operasyon li dar xist. Di operasyona ku hat lidarxistin de 2 ton û 293 kîlo tiryak hat bidestxistin û kesên sûcdar jî hatin binçavkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir