• DOLAR 32.379
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2326.145
  • ...
“Em bi plana hevpar a  Amerîka û îsraîl re rû bi rû mane”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 71emîn salvegera Nekbeyê de ji teref Cepheya Rizgarîya Demokratîk ê Filistînê ve li Beyruta Libnanê li ber avahîya teşkîlata Neteweyên Yekbûyî  xwepêşan hat lidarxistin.

Temsîlkarên komên berxwedana Filistînê û partîyên siyasî yên muxtelîf  ên li Libnanê jî beşdarî xwepêşana ku hat lidarxistin bûn.

Xalîdat Huseyînê Endamê Yekîneya Sîyasî yê Cepheya Rizgarîya Demokratîk ê Filistînê di xwepêşana ku hat lidarxistin de axavtinek kir. Huseyîn di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Em bi plana hevpar a  Amerîka û îsraîl re rû bi rû mane. Ji bo planên Trump bi ser nekevin bes şermezarkirinên devkî kêrî tiştekî nayên. Divê ji bo vê yekê li sehayê hinek xebat bên kirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir