“Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne”
Endamê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Dr. Mahmud Zehhar destnîşan kir “Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne.”
Dr. Mahmud Zehharê Endamê Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê derbarê êrîşên ku di van mehên dawî de ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin de nirxandinan kir û balan kişand li ser berxwedana xelkê Filistînê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berxwedan Filistînê xwedî hêz e ku ev hêz dikare dorpêça birêveberîya îşxalê bişkîne.”
Zehhar di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne, ew ê nehêlê malên xelkê tarî bimînin, ew ê nehêlê xelk bêmaaş bimîne.”(ÎLKHA)