• DOLAR 32.382
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.62
  • ...
Di êrîşên koalîsyona Siûdî  de temamê ferdên malbatekê hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka ji wan re pêşîvantîyê dike qetlîam û wehşetên xwe yên li Yemenê didomîne. Li gorî agahîyên ku herî dawî hatine wergirtin hêzên koalîsyonê vêcarî li Sanaya Yemenê êrîş birin li ser malekê.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 4 zarok tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ddi daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, di êrîşên asimanî yên ku li Sanayê li hember sîwîlan hatin kirin de zêdetirî 30 kesên sîwîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Midûrê Ofîsa Mafên Însanan a Yemenê jî derbarê mijarê de diyar kir xwedîyê xanî  bi felç bû û aşpezek bû, ew digel xanim û zarokên xwe di bin enqazê de mirî hatin dîtin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir