Li Sûdanê gotûbêj hatin rawestandin
Peymana pêvajoya derbasbûnê ya ku dihat hêvîkirin di navbera muxalefet û Konseya Leşkerî ya Sûdanê de bê îmzekirin hat rawestandin.
Peymana pêvajoya derbasbûnê ya ku dihat hêvîkirin di navbera muxalefet û Konseya leşkerî ya ku li Sûdanê darbe li Omer el Beşîr kir û hat îqtîdarê de bê îmzekirin heta 72 seatan hat rawestandin.
Serokê Konseya Derbasbûnê ya Leşkerî ya Sûdanê Abdulfettah el-Burhan derbarê mijarê de diyar kir heta ku Hêzên Danezana Guherîn û Azadîyê wezîfeyên xwe bi cî bînin peyman hat rawestandin.(ÎLKHA)