“Ger Tirkîye ji Rûsyayê S-400î bistîne bila lê mueyyîde bên tetbîqkirin”
Di pêşnûmaya qerarê ya nû ya ku ji Meclîsa Temsîlkaran a Amerîka re hat pêşkêşkirin de hat daxwazkirin “Ger Tirkîye ji Rûsyayê S-400î bistîne bila lê mueyyîde bên tetbîqkirin.”
Hat ragihandin di pêşnûmaya qerarê ya nû ya ku ji Meclîsa Temsîlkaran a Amerîka re hat pêşkêşkirin de hat daxwazkirin “Ger Tirkîye ji Rûsyayê S-400î bistîne bila lê mueyyîde bên tetbîqkirin û firotina balafirên şer ên F-35 bên rawestandin.”
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li Tirkîyê hat kirin da ku standina mûşekên S-400î bê betalkirin.(ÎLKHA)