Firotina avahîyan ji sedî 18 kêm bû
Li tevahîya Tirkîyê firotina avahîyan di meha Nîsana sala 2019an de ji sedî 18,1 kêm bû.
Hat ragihandin li tevahîya Tirkîyê firotina avahîyan di meha Nîsana sala 2019an de ji sedî 18,1 kêm bû.
Derbarê mijarê de ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Li gorî daxuyanîyên ku ji teref TUÎKê ve hatine belavkirin di meha Nîsana 2019an de li gorî heman meha sala borî firotina avahîyan li tevahîya Tirkîyê ji sedî 18,1 kêm bû.
Di Nîsana 2019an de bi rêzê avahî herî zêde li Stenbol, Enqere û Îzmîr hatin firotin û herî kêm jî Ardahan,Hekkerî û Bayburtê hatin firotin.(ÎLKHA)