• DOLAR 32.328
  • EURO 35.13
  • ALTIN 2300.783
  • ...
HUDA PAR: Ummet bi Nekbeyê  rojeke xweş nedît
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber 71emîn salvegera Nekbeyê ango “Bobeleta Mezin” ji teref Serokatîya Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, bi Nekbeyê ummet rojeke xweş nedît.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin Nekbe digel xwe êş û elemên pir mezin anîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ser wê Nekbeyê ku navê êş û elemê, îşxal û qetlîamê, muhacerat û talanê ye 71 sal derbas bûn. Berî ve 71 salan di 15ê Gûlana sala 1948an de li ser axên Filistînê dewleteke siyonîst hat daxuyandin.  Ev roja bi êş û elem li ba xelkê Filistînê  û ummetê wek ‘Roja Bobelatê’ tê binavkirin.”

 “Ji wê rojê vir ve ummeta Îslamê rojekê jî rihetî nedît”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin Nekbe wek Nekbeyê nema û digel xwe bobelatên mezin anî û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Axên Filistînê roj bi roj hatin îşxalkirin. Quds ji destê me çû. Ji ber ku Quds ji dest çû  yekîtî û digelhevîya me jî çû. Em wek ummet bi êş û  elemê û bi mexlûbîyetê re rû bi rû man. Ji wê rojê vir ve ummeta Îslamê rojekê jî rihetî nedît.”

 Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew hêzên ku berî vê 71 salan Nekbeyê bi ummetê dan jiyandin wê belavbûn û tefrîqaya di nav ummetê de ji xwe re fersend dîtin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Di bin navê ‘Peymana Qernê’ de hewl didin felaketên mezintir bi ummetê bidin jiyandin. Ew Amerîkayê ku destekvanê herî mezin ê siyonîzmê ye ji ser îdarevanên hinek welatên Îslamê yên ku di nav xeflet û xiyanetê de ne gav bi gav planên xwe yên şeytanî dide tetbîqkirin.”

Di dawîya peyamê de hat diyarkirin “Quds, Filistîn û axên Îslamê ne bêxwedî ne” û dû re wiha  dawî li daxuyanîyê hat anîn:  “Em ê vê îxanet, îşxal û talana ku tê kirin qetîyen qebûl nekin. Ji bo ku Quds û axên Filistînê bên rizgarkirin em ê her tim bi birayên xwe yên Filistînê re di nav alîkarîyê de bin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir