Ronaldo 1.5 milyon euro ji Filistînê re alîkarî kir
Ronaldo ji ber minasebeta remezanê ji bo li Filistînê xwarina fitarê bê dayîn 1.5 milyon euro alîkarî kir.
Ronaldoyê Portekîzî yê ku li tîma Juventusê de gogê dilîze bi helwesta xwe ya ku kir ji teref hemû kesan ve hat teqdîrkirin.
Ronaldo di salvegera “Roja Nekbeyê” de ji Filistîna ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatiye îşxalkirin re alîkarî kir. Ronaldo ji ber minasebeta remezanê ji bo li Filistînê xwarina fitarê bê dayîn 1.5 milyon euro alîkarî kir.
Ronaldo berî niha jî ji Filistînîyan re bûbû alîkar.(ÎLKHA)