“Ew planên tasfîyekirina doza Filistînê dê bi ser nekevin”
Partîya Cepheya Xebata Îslamî ya Urdunê destnîşan kir “Ew planên tasfîyekirina doza Filistînê dê bi ser nekevin.”
Ji teref Partîya Cepheya Xebata Îslamî ya Urdunê ve hat destnîşankirin ew planên tasfîyekirina doza Filistînê dê bi ser nekevin û her wisa ew ê Filistîn û Quds tu car nebe mijara bazar û nîqaşê.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser pêvajoya piştî Peymana Osloyê û hat diyarkirin ew polîtîqaya ku têt şopandin û ew asayîbûna welatên Ereban a li dijî plana siyonîst tev zirarê didin doza Filistînê.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rizgarkirina Filistînê ji îşxalê bi berxwedanê mimkûn e.(ÎLKHA)