• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îshak derbarê hilbijartinên Stenbolê de nirxandin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh Lijneya Hilbijartina Bilind derbarê hilbijartinên Stenbolê de qerara xwe bi raya giştî re parve kir û qerar da ku hilbijartinên Stenbolê bên betalkirin û di 23ê Hezîranê de cardin bên kirin.

Piştî vê qerara LHByê ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve derbarê mijarê de nirxandinek hat kirin. Saglam di daxuyanîya ku da Dogruhaberê de destnîşan kir bila ev qerar bibe wesîleya xêran.

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir qerara nûkirina hilbijartinan ji teref Lijneya Hilbijartina Bilind ve hat dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qerar ji serîlêdana ku bi rêya îtîraza awarte hatiye kirin re ji teref Lijneya Hilbijartina Bilind ve hatiye dayîn.  Digel vê qerara ku hatiye dayîn ew ê li Stenbolê hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin bê dubarekirin.  Halê hazir niha ew ê partî ji bo hilbijartinan dest bi amadehîyan bikin.  Ez hêvî dikim ku ev yek ji bo xelkê Stenbolê bibe wesîleya xêrê.”

 “Daxuyanîya LHByê qerara talî ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo ku li ser vê qerara LHByê nirxandin karibe bê kirin divê dane û mesele bi şikleke hûrgilî bên zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez wek siyasetmedar û hiqûqnasekî dibêjim, heta ku hincetên ku bûn sedema vê qerarê neyên zanîn û delîl neyên lêkolînkirin nirxandina ku dê li ser bê kirin dê nedirist be.  Biya me berî ku derbarê vê mijarê de daxuyanîyek bê dayîn, divê meriv wan belgeyên di destê her du terefan de binêre. Encax daxuyanîya LHByê bûye qerara talî.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir