• DOLAR 32.602
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2492.838
  • ...
Şewata daristanê her ku diçe belav dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Espîyeya Gîresûnê li herêma daristanê  şewat derket. Şewata ku hêj sedema derketina wê nayê zanîn her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber ku di daristanê de rêya wesayîtan tuneye mudaxele nikare li êgir bê kirin.

Şewat derdora seat 12.00an de i mewqîya Honoza girêdayê gundê Sakaryaya navçeya Gîresûnê pêk hat. Şewata ku sedema derketina wê hêj nayê zanîn bi tesîra bayê di demeke kurt de belavî derdorê bû.

Welatîyên ku şewatê dîtin xeber dan îtfaîyê. Îtfaîyevanên ku hatin cihê bûyerê ji ber ku di daristanê de rêya wesayîtan tunebû mudaxeleyî êgir nekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir