• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
HUDA PAR: Divê welatên Îslamê li Îxwanê xwedî derkevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarên mîna teşebûsên Amerîka ya Îxwanê xistina nav ‘lîsteya terorê’,  operasyonên ku muhtemel e li Îdlîbê bên kirin, zilma ku li Çînê li Mislimanan tên kirin, teşebûsa darbê ya li Venezuelayê û ziyareta Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ya ku li Herêma Kurdistanê hat kirin de nirxandin hat kirin.

Teşebûsên Amerîka ya Îxwanê xistina nav “lîsteya terorê”

HUDA PAR di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser hewldanên Amerîka ya Îxwanê xistina nav ‘lîsteya terorê’ û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Berdevkê Qesra Spî  destnîşan kir Amerîka amadehî dike ku Îxwanul Muslîmîn bixin nav ‘lîsteya terorê.’ Di sala 2016an de dîsa li Amerîkayê xebat hatibûn kirin da ku Îxwan bê xistin nav ‘lîsteya terorê’ lê belê ev xebat nehatibûn tesdîqkirin.  Lê belê vêcarê di encama daxwaz û dîplomasîyên Misir, siyonîzm û Mirnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban de tê diyarkirin ku ew ê Trump vê qerarê îmze bike. Îxwanul Muslîmîn heta îro tu carî serî li tundîyê nedaye û vê yekê wek lêgerîna heqê nedîtiye ku ji ber vê yekê qet beşdarî “çalakîyên terorê” nebûye. Dîsa Teşkîlata Îxwanê di hilbijartinan de desteka exlebeyê xelkê stand û hat îqtîdarê. Lê belê darbe li wan hat kirin û piştî vê vê darbê bi şikleke komî li hember Teşkîlata Birayên Misliman qetlîam  hat kirin. Teşkîlata Birayên Misliman di pêvajoya vê qetlîamê bi xwe de serî li micadeleya çekdar neda û temamê cûreyên şiddetê red kiriye. Camîa û rêxistineke bi vî awayî ya ku divîyabû di serî de ji bo temamê alema Îslamê û bi giştî ji bo temamê dinyayê bûba îftxar ku îro Amerîka û çend welat radibin Teşkîlata Birayên Misliman wek ‘rêxistina terorê’ bi nav dikin ku ev yek a fedîkirinê ye. Di rastîyê de ew welatên ku ku hewl didin Teşkîlata Birayên Misliman wek ‘rêxistina terorê’  qebûl bikin û bidin qebûlkirin, çavkanî û xwedîyên terorîzmêne û hevkarên wan qetlîamên li hember sîwîlan tên kirin in.”

Di berdewama daxuyanîyê de bang li welatên Îslamê hat kirin da ku li Teşkîlata Birayên Misliman xwedî bê derketin.

Ziyareta ku ji teref Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ve li Herêma Kurdistanê hat kirin

Di dawîya daxuyanîyê de derbarê ziyareta ku ji teref Çavuşoglu li Herêma Kurdistanê hat kirin de hat diyarkirin ziyareta ku hat kirin gaveke musbet e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew ziyareta ku ji teref Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li Herêma Kurdistanê hat kirin ji bo li rageşîyê dawî anîn, çareserkirina problemên siyasî û îqtîsadî gaveke erênî ye. Divê pêwendîyên  biratî, ticarî û siyasî yên bi birêveberîya Kurdistanê re baş bin. Başnebûna van xalan bes li gorî berjewendîya wan hêzên derve ye ku ew bi kaos, tevlîhevî û rageşîyê mezin dibin.”

Ji bo temamê daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye belavkirin ji kerema xwe re bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir