“Ey dinya! An ew ê tu rêbertîya Muhammed qebûl bikî an jî ew ê tu di bin zilmê de binalî”
Mehmet Goktaşê Serokê Rûmetî yê Weqfa Evîndarên Pêxember ê ku di bernameya mewlûdê de axavtinek kir destnîşan kir “Ey dinya! An ew ê tu rêbertîya Muhammed qebûl bikî an jî ew ê tu di bin zilmê de binalî.”
Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.
Mehmet Goktaşê Serokê Rûmetî yê Weqfa Evîndarên Pêxember di bernamecya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û di axavtina xwe de balan kişand li ser hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed û dîndarî û edaletê.
“Ev muhabbet muhabbeteke mezin e”
Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser edaleta Resûlê Xwedê û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wezîfedar in ku edaleta Resûlê Xwedê bibin mehkeme,dadgeh, kolan, sikak û ew cihên ku lê ticaret tê kirin. Ey dinya! An ew ê tu rêbertîya Muhammed qebûl bikî an jî ew ê tu di bin zilmê de binalî. Ev qelebalixa ku niha hûn dibînin ez belesebeb pesna wî nadim. Ey dinya, ma tu zen dikî, ev qîzên ku li vê derê bes alan dihajînin. Ev doz û dawa bi tena serê xwe mezin nebû. Di pey vê dozê de şehîd û şehadet heye. Di pey vê dozê de muhacerat heye, terkkirina dê û bav heye, îcazet heye, bi sedan alim, seyda û xoce hene. Ev yek ji ber xwe ve derneketiye holê. Bi izna Xwedê ew ê ev wezîfe belavî her derî bibe. Qeraxên Ege û Marmarayê, Mêrsîn, Stenbol bi vê edalet û muhabbetê hejîya. Ev ne bernameyeke wisa ye ku bes di meha nîsanê de bê kirin. Berî ku em werin vê derê me bi milyaran selewat bi însanan da anîn. Bi sed hezaran zarokên me heyata Resûlê Xwedê xwendin û beşdarî pêşbirkê bûn. Ev yek hewadîseke ji rêzê nîne. Ev muhabbet muhabbeteke mezin û her ku diçe mezintir dibe. Enflasyon, hilbijartin bi kû ve diçin bila biçin. Ez dawîya vê qelebalixê nabînim. Niha bi qasî ku Pêxemberê me mizgîn daye me; Li ser rûyê erdê melek hene. Ew melek wê dera ku lê Xweda tê zikirkirin dorpêç dikin. Xwezî li we ku hûn ji teref melekan ve hatine dorpêçkirin. We bi seatan tekbîr û selewatan anî. Berambera vê yekê, berambera hezkirina Hz. Muhammed zen nekin ku hindik e. Ew ê Rebbê me berambera vê yekê li axretê bide. Lê belê ew ê Xweda evîndarên Pêxember û hezkirîyên Pêxember bike siltanên dinyayê.”
“Dîndarîya xwe ji Xwedê re û edaleta xwe jî ji me re nîşan bidin”
Goktaş di dawîya axavtina xwede bang li wan birêvebir, hakim, ticar, serokên dewletan û walîyan ên dîndar kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em bi dilekî safî hinek tawsîyeyan li birayên xwe dikin. Ji kî re? Hûn li ser navê dîn û dîndarîyê hatin hinek meqaman. Ger tiştên baş hatibin kirin hebin em ê van tiştæn teqdîr bikin. Lê li hinek deran karên nebaş jî tên kirin. Ey ew birêvebir, hakim, ticar, serokên dewletan û walîyên dîndar! Însan ji we re dibêjin, dîndarîya xwe ji Xwedê re û edaleta xwe jî ji me re nîşan bidin.”(ÎLKHA)