“Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah e”
Mela Muhammed Beşîr Varolê ku di bernameya mewlûdê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin de axivî diyar kir, temamê pêxemberan micadeleya heq û edaletê dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:"Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed e."
Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.
Mela Muhammed Beşîr Varolê endamên Yekîtîya Medrese û Aliman di bernameya dîrokî de axavtinek kir. Mela Beşîr di axavtina xwe de balan kişand li ser rêya rizgarî û xelasîyê.
Mela Muhammed di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, ji mahlûqat re îtaata ku tê kirin ji Xaliq re bêîtaatî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê pêxemberan mucadeleya heq û edaletê dane û di vê oxirê de ezîyet û zehmetî kişandine. Însanetî kengî di pey pêxemberan de çûbûn gihaştine hedef û armancên xwe.”
“Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah e”
Varol di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser dijmintîya ku ji teref emperyalîst û siyonîstanm ve li hember Îslamê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê Misliman ji hevdû hez bikin. Xweda bi vî awayî xîtabî Pêxemberî kiriye: ‘ Tu li hember însanan bi rehm î. Ger tu li hember însanan hişk û tund bî ew ê însan ji derdora te belav bibin.’ Ji ber vê yekê divê em dest bidin hevdû. Em birayên hev in. Xweda em ji bo hevdû xuliqandîye. Xweda temamê Mislimanan ji hev re kiriye bira. Ji ber vê yekê divê me ji hevdû hez bikin, li hember hev ne bi şiddet bin. Dema ku em berê yekwucid bûn me li dinyayê hukum dikir. Di naveyna dijminên Îslamê de şerên mezheban hebû, ew zelîl bûn. Ew nexweşîya di nav xwe de avêtin nav me. Di Herba Cîhanê ya Yekemîn de li Ewrûpayê ji ber nîjadperestî û mezhebperestîyê 30 milyon însan hatin kuştin. Ew fam kirin ku ev yek xelet e. Ew bûn yek û nexweşîya xwe avêtin na me. Ewrûpa qetîyen başî û qencîya însanetîyê naxwaze. Ger rêyeke baş bana ew ê daba pey. Ji ber vê yekê ew dixwazin em hev bikujin û bibin êsîrê wan. Ew dixwazin em bi nîjadperestî û mezhebperestîyê hevdû parçe bikin. Ji ber vê yekê vê rêyê dan ber me. Ger em bidin li pey pêxemberê heq û edaletê û ger em bibin yek em nabin xurekê wan. Yanî ew ê nikaribin me. Em ê bi vî awayî bigihijin azadî û heqên xwe, em li dinyayê bibin ezîz û em ê li axretê jî azîz bibin. Ey însanên bi şefqet! Rê ev e. Ji qewmê xwe re û ji însanetîyê re dijmintî nekin. Însanên xwe teslîmî dijminan nekin. Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah e.”(ÎLKHA)