• DOLAR 32.382
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2326.174
  • ...
Li Diyarbekirê çêlîyên pilingê hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku li Sipyaga gundê Çinara Diyarbekirê dijîn li çoltera gundê xwe 3 çêlîyên pilingê dîtin.

Abdulqadir Toprakê ku ji şahidên bûyerê ye derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.  Kiziltoprak di daxuyanîya ku da de destnîşan kir birayên wî heywan biribûn  çêrandinê ku wê demê di nav giyayan de 3 çêlîyên pilingekê dîtine.

Kiziltoprak di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Birayên me dema ku çêlîyên pilingê dibînin radijin destê xwe û çend sûretên wan digirin û dû re danîn cihê wan. Piştî vê bûyerê bi rojekê şivan dîtin ku dêya wan çêlîyan hatiye rahiştiye wan û ew birine. Şivan gotin dêya wan bi qasî mehekê bû û rengê wê jî qehwe bû. Ji ber vê yekê me xeber da cendirmeyan û Sazîya Parastina Xwezayê û ew hatin cihê ku lê çêlîyên pilingê hatine dîtin û lêgerînê kirin.”

Kesên rayedar teyîd kirin ku çêlîyên hatine dîtin ên pilingê ne

Hat hînbûn rayedarên Midûrtîya Giştî yê Parkên Millî û Parastina Xwezayê li gund lêgerîn kirine lê belê tiştek peyda nekirin; lê belê rayedar destnîşan kirine ew çêlîyên ku hatine dîtin ên pilngê ne. Rayedaran destnîşan kirin ew ê cardin li herêmê lêgerînê bikin.

Berî vê 6 salan jî li herêmê pilingek hatibû dîtin

Weke ku dê bê bîran berî vê 6 salan li Niveya gundê Çinarê pilingek êrîşî şivanê bi navê Qasim Kaplan kiribû û ew birîndar kiribû. Ji ber êrîşa ku hatibû kirin piling ji teref welatîyekî ve bi tifingê hatibû kuştin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir