• DOLAR 32.563
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2431.741
  • ...
Di Qandîla Beraatê de Misliman berê xwe dan mizgeftan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qandîla Beraatê ya ku 15emîn roja meha Şabanê ye û wek mizgîndarê meha Remezanê ye li tevahîya Tirkîyê hat îhyakirin. Di vê şeva mibarek û pîroz de Êlihî jî berê xwe dan mizgeftên bajêr û şeva xwe bi dia, îbadet û selewatan derbas kirin.

Li Qabilcewza Êlihê piştî nimêja işayê bername hat tgertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de Qur’ana Kerîm hat xwendin û îlahî hatin bidengkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de ji bo ummeta Îslamê dia hatin kirin.

Kesên ku beşdarî bernamê bûn di dema xwendina Mewlûda Şerîf de selewatan anîn Di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek hat kirin.

Di axavtina ku derbarê ehemîyeta şevê de hat kirin de hat diyarkirin divê Misliman ji feyza vê şevê pir zêde îstîfade bikin.

Di berdewama axavtina ku hat kirin de hat diyarkirin divê Misliman vegerin li ser eslê xwe û dû re wiha hat gotin: “ Di vê şeva Beraatê de Qur’ana Kerîm bi şikleke tevahî ji Lewh-î Mahfuz hat daxistin semaya dinyayê ku ev şev ji ber vê yekê ji wan şevên din cûdatir e. Şeva Beraatê xwedî taybetîyên cûda ye. Piştgirî ji wan kesên ku vê şevê bi îbadetê derbas bikin re tê dayîn. Ev şev şeva efû û bexşandinê ye. Ji ber vê yekê divê em şevê bi dia û îbadetan derbas bikin.”(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir