• DOLAR 32.462
  • EURO 34.854
  • ALTIN 2478.575
  • ...
Evîndarên Pêxember peyama Qandîla Beraatê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta Qandîla Beraatê ya ku dê îşev bê îdraqkirin peyameke nivîskî hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de qandîla temamê Mislimanan hat pîrozkirin û hat diyarkirin ew hêvî û nîyaz dikin ku ev qandîl ji bo temamê Mislimanan bibe wesîleya rizgarîyê.

Di berdewama peyama ku hat weşandin de çend  hedîs û ayet di bîran hatin xistin û derbarê mijarê de wiha hat gotin,  Pêxemberê me Hz. Muhammed di hedîseke qudsî de derbarê mijarê de wisa dibêje “ Di roja 15emîn a meha Şabanê de rojî bigirin û êvarî jî dia bikin. Lewra wê rojê piştî ku roj diçe ava Xweda  nêzî -em mîqtara wê nizanin- semayê dibe û heta ku roj derkeve dibêje ‘Ê ku efûyê dixwaze tune ye? Ez wî efû bikim. Ê ku rizqê dixwaze tune ye? Ez rizqê bidimê. Gelo ê ku musîbet hatiye serê wî tune ye? Ez afîyet û dermanê bidimê…”(Îbnî Mace)

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin di vê şevê de pêwîst e Misliman ji bo alema Îslamê pir zêde dia bikin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “ Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember  Şeva Beraatê ya temamê Mislimanan pîroz û tebrîk dikin. Em ji Xweda niyaz dikin ku ev şev ji bo temamê Mislimanan bibe wesîleya beraatê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir