• DOLAR 32.585
  • EURO 34.651
  • ALTIN 2502.69
  • ...
HUDA PAR: Divê alema Îslamê bi temametî ji darbeyên leşkerî bê paqijkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê darbeya leşkerî ya li Sûdanê, êrîşên Sûid ên li ser Yemenê, hevdîtina Pûtîn û Erdogan,  qerara Amerîka ya derbarê Muhafizên Şoreşê de û derbarê gavên ku ji bo asayîbûna bi siyonîstên re tên avêtin de nirxandinên balkêş hatin kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê  darbeya leşkerî ya ku li Sûdanê hat kirin de hat diyarkirin; divê alema Îslamê bi temametî ji wan darbeyên leşkerî yên ku dibin sedema zext û fîşar û tirsê û dibin sedem welat li paş bimînin bê paijkirin.

Di berdewama daxuyanîyê ji êrîşên Sûid ên li ser Yemenê re bertek hat nîşandan û  hat diyarkirin; li Yemena ku gotûbêjên siyasî encam nedan ji ber 19 hezar êrîşên ku heta îro li Yemenê hatin kirin rêjeya mirinê ji sedî 164 zêde bûye û dû re di berdewama daxuyanîyê de qala hevdîtinên ku di navbera Pûtîn û Erdogan de tên kirin de hat diyarkirin divê pêvajoya Astanayê bi qerardarî bê domandin ku ev yek ji bo dawî li alozîyê bê anîn muhîm e.

HUDA PAR di berdewama daxuyanîya ku belav kir de derheqê qerara Amerîka ya derbarê Muhafizên Şoreşê yên Îranê de destnîşan kir;  Serokê Amerîkayê ji roja ku hatiye wezîfê vir ve bi polîtîkaya xwe rageşîya li herêmê zêde dike û dû re derbarê gavên ku ji bo asayîbûna bi siyonîstan tên avêtin de wiha hat diyarkirin: “ Ji bo ku axên Filistînê ji îşxalê azad bibin divê dawî li wê asayîbûna bi rejîma îşxalê re bê anîn.”

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir