• DOLAR 32.32
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2296.718
  • ...
Li Entabê qeza: 4 mirî 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Entabê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 20emîn kîlometreya Rêbeja Îslahîya-Hasayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 06 BF 310 a ku ajokarê wê Tarik Ekîncî bû û wesayîta bi plaqeya 67 YE 057 a ku ajokarê wê Serdar Subaşi bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de  Emîne Duman, Sevgî Ekîncî, Meryem Uçar û Îbrahîm Duman jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir