Avrupa Yetim Eli ji bo felakata lehîyê ya li Îranê xebatên alîkarîyê da destpêkirin
Avrupa Yetim Eli ji bo felakata lehîyê ya li Îranê Kampanya Alîkarîya Bi Lez da destpêkirin.
Avrupa Yetim Eliya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye û berî vê çendakî hat damezrandin ji bo felakata lehîyê ya li Îranê Kampanya Alîkarîya Bi Lez da destpêkirin û bang li xêrxwazan kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Avrupa Yetim Eliyê Huseyîn Ateş derbarê mijarê de destnîşan kir ew li benda alîkarîyên xêrxwazan in û ew ji bo kesên ku di lehîyê de mexdûr bûne kampanya alîkarîya bi lez a 20 Euroyî dane destpêkirin.
Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de nimreya pêwendîyê û nimreyên hisabê wisa parve kir:
İBAN: DE26546512400005704515
BİC: MALADE51DKH
SPARKASSE RHEİN HARD
TELEFON: +49 157 73 97 58 18
E-MAİL: info@avrupayetimeli.com (ÎLKHA)