HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanî da
Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de derheqê êrîşên li Efxanistanê û Filistînî de û derbarê gavên asayîbûnê ya bi rejîma îşxalê re de nirxandin hat kirin.
“Êrîşa ku li hember sîwîlan hat kirin diyar dike ku ew ê dawî li şiddeta ku li welêt heye neyê anîn”
Di daxuyanîyê de derheqê êrîşên ku ji teref Amerîka ve li Efxanistanê tên kirin de hat destnîşankirin di 16ê Adara sala 2019an de di êrîşa ku li Kunduza Efxanistanê hat lidarxistin de ji malbatekê 10 zarok jiyana xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Berî niha hatibû daxuyandin ku di wan hevdîtinên aştîyê ya ku di navbera Amerîka û Talîbanê hatibûn kirin de di warê mijarên mîna; vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê û di axên welat de nebûna tehdîdê ya komên din de lihevkirinek çêbûbû. Lê belê êrîşa ku li hember sîwîlan hat kirin diyar dike ku ew ê dawî li şiddeta ku li welêt heye neyê anîn.”
“3 hezar û 804 kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 189 sîwîl jî birîndar bûn”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li Efxanistanê sîwîl bizanebûn tên hedefgirtin û dû re wiha hat gotin: “ Ew îşxala ku ji teref Amerîka ve bi waada îstîqrarê hatibû kirin bû sedem ku alozî û tevlîhevî zêdetir bibe û şerê ku pêk hat bû sedem ku jiyana civakî û aborî tarûmar bibe. Li Efxanistanê di salan 2018an de di êrîşên Amerîka, Talîban û IŞÎDê de 3 hezar û 804 kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 189 sîwîl jî birîndar bûn.”
“Divê Misliman ji berxwedana Filistînê re bibin destek”
Di berdewama daxuyanîyê de derheqê Meşa Mezin a Vegerê ya ku ji ber minasebeta Roja Axê ya Filistînê ve hat destpêkirin de nirxandin hat kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Di yekemîn salvegera Meşa Mezin a Vegerê ya ku di 30ê Adara sala 2018an de li Filistînê hat destpêkirin de tevde 277 Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 30 hezar Filistînî jî birîndar bûn. Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hatine belavkirin ji sedî 50yê şehîdan zarok in. Ew meşa ku ji bo şikandina dorpêçê hatibû destpêkirin meseleya Filistînê dîsa xist rojeva dinyayê. Filistînî digel temamê zext, îxanet û şiddetê dev ji pîrozahî û axên xwe bernedan û bi berxwedana xwe ders dan Mislimanan. Divê Mislimanên cîhanê ji berxwedan Filistînê re bibin destek. Ger wisa neyê kirin ew ê Ummeta Îslamê him Quds û Mescîda Ewsayê winda bike û him jî dê nikaribe bibe yek.”
Di dawîya daxuyanîyê de qala gavên asayîbûnê ya bi rejîma îşxalê re hat kirin û derbarê mijarê wiah hat gotin: “ Konferansa ku berî vê mehekê li Varşovaya Polonyayê hat kirin ji bo Quds bikeve bin hakîmîyeta rejîma siyonîstên îşxalker hatiye kirin.”(ÎLKHA)