Otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn: 18 birîndar
Li Entabê otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Entabê otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Tarsûs-Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 27 BMR 98 û û qamyona genimbarkirî ya bi plaqeya 33 PNG 81 li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de şofêrê qamyonê û 17 rêwî birîndar bûn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)