• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
NY, YE, Îngîltere û Rûsya di warê Girên Golanê de bertek nîşanî Amerîkayê dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Piştî vê qerara Amerîka re Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Îngîltere û Rûsya ji qerara ku hat dayîn re bertek nîşan dan.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Îngîltere û Rûsya ji rewşê re wisa bertek nîşan dan:

Berdevkîya Yekîtîya Ewrûpa: “Helwesta me nehat guhartin. Girên Golanê jî di nav de em desthilatdarîya îsraîl a li ser axên ku ji sala 1967an vir ve hatine îşxalkirin nas nakin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric: “Statuya Girên Golanê nehat guhartin. Polîtîkaya  Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Golanê de di qerarên Konseya Ewlehîyê de diyar e.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova: “ Ev qerar li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Îngîltere: “ Biya me Girên Golanê ew ax in ku di bin îşxala îsraîlê de ne. Me îlhaka îsraîl a di sala 1981an de nas nekir û em ê nas nekin jî.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir