• DOLAR 32.558
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2428.435
  • ...
Îsmaîl Henîyye: Girên Golanê axên Sûrîyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve daxuyanîyek hat dayîn. Henîyye di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  Girên Golanê axên Sûrîyê ne û dû re wiha got: “ Planên Amerîka yên ku pê herêmê hedef digire îro nexasim bi vê qerarê cardin derket holê. Em wek Hamasê li dijî qerara Amerîkaya ku mudaxeleyî meseleya Quds û penaberên Filistînî dike û hiqûqê navneteweyî binpê dike li ba Sûrîyê ne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir