• DOLAR 32.596
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2494.934
  • ...
Pêşangeha wêneyan a “Heftîya Mustazafên Cîhanê” hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref UMUT-DERa Tatwanê ve di bergeha Heftîya Mustazafên Cîhanê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Di pêşangeha ku hat vekirin de wêneyên qetlîamên ku li Yemen, Sûrîye, Halepçe, Arakan, Bangledeş, Başbaglar, Sûsa, New Zeland, Misir, Filistîn, Tirkistana Rojhilatê hatin kirin û qetlîma 6-7 Cotmehê hatin pêşkêşkirin. Xelkê Tatwanê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê da.

Endamê  Lijneya Birêveberîya  UMUT-DERa Tatwanê Mahmut Faruk derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo mustazafên cîhanê nedin jibîrkirin pêşangaheke wisa vekirine.

Faruk di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîrokên 16-23ê Adarê wek ‘Heftîya Mustazafên Cîhanê’ tê îdrakirin. Piştî destûrên lazim me di vê AVMyê de pêşangeha xwe vekir. Xelkê me teweccuheke baş nîşanî pêşangehê da. Me vê bernamê tertîp da ku zilm û zordarîya u li ummetê hatiye kirin neyê jibîrkirin. Niyeta me heye em her sal bernameyên bi vî avayî tertîp bikin.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir