• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Pêşengê tekoşîna Îslamî: Şêx Ehmed Yasîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêşengê tekoşîna Îslamî yê manewî yê Filistînê şehîd Şêx Ahmed Yasîn bi minasebeta selvegera şehadeta xwe ya 15emîn bi rehmet tê yadkirin.

Di gel Şêx Ahmed Yasîn bi felç bû jî barê doza Filistîn hilgirt û bu tirsa xwenên çeteyê sîyonîst. Rêberê manewî yê Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS)ê Şêx Ahmed Yasîn bi minasebeta salvegera şehadeta xwe ya 15emîn tê yadkirin.

Şêx Yasînê ku rûhê berxwedan û tedoşîna Îslamî da ummetê rojekê dema ji nimêja sibehê derdiket bi helîkopterên apaçî hat şehîdkirin.

Şêx Yasîn di sala 1937an de li gundê el-Cewra yê Asqalana Filistînê hat dinyayê û di 3ê salîya xwe de bavê xwe winda kir.

Di sala 1948an de piştî çeteyên sîyonîs Filistîn îşxal kir Yasîn bi malbata xwe re koçî bajarê Xezzeyê kir û di sala 1952an de li Xezzeyê li Dibistana Îmam Şafîî dest bi perwerdehîya sereke kir. Yasîn, perwerdehîya dibistana amadeyî jî li Lîseya Filistînê temam kir û di gel di vê asta jiyana xwe de û di gel jî piştî vê Yasîn bû şahidê gelek hedîseyan. Van bûyer û hedîseyan li ser jiyana wî bandoreke mezin hişt.

Ahmed Yasîn di sala 1952an de di mehên havînê de dema çû avê li ser serî ket û hustê wî şikiya ji ber vê yekê temamê bedena wî felc bû.

Piştî di sala 1967an de sîyonîstan temamê Filistînê îşxal kir Şêx Ahmed Yasîn di hişyarkirina gel de roleke mezin girt. Pîştî li Xezzeyê Merkeza Îslamê hat damezrandin Şêx Yasîn zêdetir hat naskirin. Vê yekê rêveberîya îşxalê zêdetir nerehet kir û bi caran ji teref pêlêsên çeteyên sîyonîst ve îfade wî hat girtin.  

Zîndan û berxwedan

Şêx Yasîn û gelek hevalên wî di sala 1984an de di heqê wan de bi sûcdarkirina ‘Hilweşandina dewleta îsraîl û di şûna wê de danezrandina dewleta Îslamê’ hat sûcdarkirin û 13 sala cizayê hepsê dan wan. Lê belê 11 meh şûn de di navbera Filistînîyan û çeteyîn îsraîl de bi guherandina hêsîran serbest hat berdan. Di 18ê Gulana 1989an de Şêx Yasîn careke din ji teref çeteyên sîyonîst ve hat girtin. Di gel Şêx Yasîn û gelek endamên Hereketa Berxwedana Îslamî jî hatin girtin.  

Piştî demeke dirêj Şêx Yasîn derxistin mehkemê û ji 15e sûcan sûcdar hat dîtîn. Şêx Yasîn ji heyeta mehkemê re wiha gotibû, “Ne heq û mafê vê mehkemêye min mehkeme bike. Lewra ev mehkema ji teref îşxalkeran ve hatîye damezrandin. Ji ber vê yekê ev mehkeme ne meşrûye.”

“Ez rejîma îşxalê wek mixatab qebûl nakim”

Hakimên çeteyên siyonîst cizayê muebetê dan Şêx Yasîn. Paşê çeteyên siyonîst li hember berdana Şêx Yasîn xwest ku lihevkirina xweserîyê bê qebûlkirin. Li ser vê yekê Şex Yasîn wiha got: “Heger hûn şert bidin ber min û bibêjin derkeve zebeş bixwe ezê vê yekê jî qebûlnekim. Ji xwe ez hebûna rejîma îşxalê qebûl nakim da ku ez şertê wan qebûl bikim.”

Şêx Ahmet Yasîn 8 sala di zîndanan de ma û tu tiştek winda nekir û rêveberîya çeteyên sîyonîst wek mixatab qebûl nekir û ev helwesta xwe qet neguherand.

Li Şêx Ahmed Yasîn suîqest

Şêx Ahmed Yasîn piştî 8 sal di zîndanan de ma di 30yê Îlona 1997an êvara roja sêşemê serbest hat berdan û ji bo tedawîyê birin paytextê Urdunê, Ammanê. Di gel Şêx Ahmet Yasîn hatibû berdan jî rejîma çeteyên siyonîst ji xebatê wî aciz dibûn. Carekê Şêx Ahmed Yasîn çûbû serdana mirovekî xwe û ev yek ji teref çeteyên sîyonîst ve hatibû tesbîtkirin û bi balafirên F-16 moşek avêtibûn malê. Di wê êrîşê de Şêx Yasîn û alîkarî wî Îsmaîl Henîyye bi alîkarîya Xweda tiştek bi wan nehat û sax filitîn.

“Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xweda de ye”

Ahmed Yaîn serokekî bi terbîya Birayên Misliman hatibû mezinkirin. Di sîstema perwerdehîya vê cemeatê de armanca temamê endamên wê ye herî mezin ev bû, “Şehîdbûna di rêya Xweda de armanca wan ya herî mezin e”.

Wekî tê zanîn Şêx Ahmed Yasîn merivekî astengdar û bi felc bû. Di gel van teva çeteyên siyonîst îman û cesareta wî didîtîn û zanîbûn ku bê çawa cesaretê dide mucahidan û ji ber vê yekê ji hebûna wî re tehemul nekirin. Çeteyên siyonîst ji bo wî ji holê rake gelek caran plan çêkirin. Di hin planan de bi ser neketin û di hin planan de jî ji ber encama wê ew ditirsand newîrek tevgerîyan. Lê belê çeteyên siyonîst di 22ê Adara 2004an de di sa ji hewa ve dema Şêx Ahmed Yasîn ji nimêja sibehê derdiket bi balafiran moşek avêtin wî û ew şehîd kirin.  

Şêx Ahmed Yasînê ku armanca wî ya herî mezin şehadet bû ew gîha armanca xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir