• DOLAR 32.369
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.405
  • ...
Qedexeyên hilbijartinan dest pê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve qedexeyên hilbijartinê yên ku divê partî li gorî wan hereket bikin hatin daxuyandin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref YSKyê ve hatiye belavkirin namzedên partîyên siyasî, namzedên xweser ew ê karibin bi devkî û niviskî û her wisa bi dîmenan propagandaya xwe bikin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin namzed dikarin heta ku berî ku roj herî ava 2 seatan bi deng bi şertê ku xelkê aciz nekin propagandaya xwe bikin. Her wisa buroyên hilbijartinê jî dikarin di navbera seat 09.00-23.00an de vekirîbin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê propagandayên hilbijartinê di 30ê Adarê di seat 18.00an de bi dawî bibin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir