• DOLAR 32.568
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2432.026
  • ...
Li Filistînê 3 xort hatin şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin doh êvarî 3 xortên Filistînî ji teref siyonîstên terorîst ve hatin şehîdkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst doh êvarî li Herêma Qebra Ûsif êrîş birin li ser wesayîteke ku 2 xortên Filistînî tê de bûn. Di encama êrîşa hovane ya siyonîstên terorîst de 2 xortên Filistînî birîndar bûn. Tê diyarkirin her du xort ji ber ku di wextê wê de mudaxele li wan nehat kirin şehîd bûn. Lewra siyonîstên terorîst piştî ku her du xortan birîndar kir re li ber serê wan sekinînin heta ku ji ber xwînê şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li Nablûsê 2 xortên Filistînî bi berikên siyonîstan hatin şehîdkirin ku navên şehîdan Raîd Haşîm Muhammed Hamdan û Zeyd Imad Muhammed Nurî ye.

Her wisa hat diyarkirin Omer Ebû Leylayê ku berî vê 3 rojan li dijî siyonîstên terorîst çalakî li dar xistibû û 2 siyonîstên terorîst kuştibû jî hat şehîdkirin.

Tê diyarkirin Omer Ebû Leyla, ji ber ku îxbara wî hatiye kirin  siyonîstên terorîst êrîş birine li ser mala ku ew lê dima û ew şehîd kirine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir