• DOLAR 32.521
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2432.184
  • ...
“Xerbê her tim ji Îslamê re dijmintî kiriye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê ji ber minasebeta salvegera 31emîn a qetlîama Helepçê çû Kurdistana Iraqê û ziyaretinan kir. Di nav lijneya HUDA PARê de; Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Alîkarê Serokê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Îsa Aydin, Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA  PARê Abdussemed Yalçin hebû. Lijne piştî ku beşdarî bernameya bîranînê bû re çû ser qebrê Helepçeyîyên ku di qetlîamê de hatibûn qetilkirin.

 Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, piştî ziyareta qebrê derbarê qetlîama ku berî vê 31 salan hatibû kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û balan kişand li ser qetlîamên ku ji doh heta îro hatine kirin.

Cens di daxuyanîya ku da destnîşan kir ji teref Wezareta Şehîdên Birêveberîya Herêmî ya Kurdistanê ve hat tertîpkirin ku ew jî vê beşdarî bê bernamê bûn û dû re hatin li ser qebrên şehîdên qetlîama Helepçê.

Cens di berdewama axavtina xwe de ji şehîdên Helepçê re rehmet teleb kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di salvegera qetlîama Helepçê de li New Zelandê êrîş li camîyan hat kirin. Em dixwazin di vê êrîşê de balan bikşînin li ser vê yekê; belê rast ku ev êrîş ji teref êrîşkarekî hov ve hatiye kirin, lê belê ev êrîş bêyî haya emperyalîzma Xerbê nehatiye kirin. Lewra bêyî destûra emperyalîzma Xerbê ne darbeyek dikare bê kirin û ne jî qetlîamek.  Divê em wê emperyalîzma Xerbê ya di pey van qetlîaman de bibînin. Ew hewadîsa li New Zelandê wek çalakîyeke “Îslamafobî” û “radîkal” hat daxuyandin. Em wisa nafikirin.  Ev yek ji wehameta bûyerê bê piçûkkirin û wek bûyereke ji rêzê bê nîşandan hat gotin. Navê vê hewadîsê ya rastî dijmintîya Îslamê ye.  Emperyalîzma Xerbê ji Îslamê re dijmintî kir  û van însanên wisa perwerde kir, li wan xwedî derket û ev wehşet pêk hat.”

Cens di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser durûtîya Xerbê û wiha got: “ Belê her çiqas ji ser qetlîama Helepçê 31 sal derbas bûbe jî ji ser qetlîama New Zelandê rojek derbas bû. Hêj lîderên welatan li ser gotinekê li hev nekirin û gotineke hevpar a li dijî vê qetlîamê negotin. Berî niha gotina “terora Îslamî” bi kar dianîn. Digel ku di vê êrîşê de camî û Misliman hatibin hedefgirtin jî qet qala Îslam û Mislimanan nehat kirin. Divê em vê yekê bizanibin;  Li kû derê dinyayê dibe bila bibe, dixwaze bila pîrek be, dixwaze bila zarok be ger ev însan li gor berjewendîyên Xerbê hereket nekin tev di hedefa Xerbê de ne. Helwesta wan a li hember penaberan ji teref temamê dinyayê ve hat dîtin. Li ba Xerb qedr û qiymeta însên qet tune ye. Bes ji bo Xerbê berjewendî û menfeat heye. Berjewendîyên Xerbê jê re wek pûtekî ku ji helawê hatiye çêkirine ku me dît ew helawê xwe çawa dixwin.”

 “Divê ummeta Îslamê ji van qetlîaman ders û ibretê bigire”

Cens di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ji ber minasebeta qetlîama Helepçê û New Zelandê bang li ummeta Îslamê dikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê ummeta Îslamê ji van qetlîaman ders û ibretê bigire. Çareserî û pîvan di Îslamê de ye. Ger ew kesên li ser serê Mislimanan li gorî berjewendîyên Xerbê hereket dike, hevkarên wan be û ger ji wan re xûlamtîyê dike wê demê divê Misliman ji xwe re Îslamê esas bigirin û îdareya xwe baş bikin û ji bo dengê xwe bidin hesandin dibê bixebitin. Divê Misliman dijminên xwe baş nas bikin. Em li ser vê qebristanê dizanin kesê ku vê qetlîamê kir zihniyeta Baas bû.  Lê belê em baş dizanin kesên ku çek dane wî û rê li ber vekirin. Divê ev kes ji ber sûca ku li hember însanetîyê kirine bên darizandin. Divê temamê kesê ku tacirtîya çekan dikin, nexasim kesên ku çekên kimyewî difiroşin ji ber sûca ku li hember însanetîyê kirine bên darizandin. Em ji bo vê yekê li vê derê ne da ku bal bên kişandin li ser vê meselê û em ji vê derê peyama vê yekê didin.”

Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA  PARê Abdussemed Yalçin jî derbarê mijarê de diyar kir ev qetlîama Helepçê ya ku berî vê 31 salan hatiye kirin mezlûmîyeta gelê Kurd ê Misliman nîşan dide.

 “Helepçe mezlûmîyeta Kurdan û Mislimanan û zilma zaliman tînê bîra me”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêj li ser rûyê erdê mezlûm û zalim hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Helepçe mezlûmîyeta Kurdan û Mislimanan û zilma zaliman tînê bîra me.  Mezlûm dibin sembola qetlîamên ku ji teref zaliman ve tên kirin.  Ev qetlîam ji alîyeke ve zilma ku ji teref zaliman ve li kesên mezlûm hatiye kirin nîşan didin. Divê ev rewş ji temamê însanan re bibe ders û ibret  da ku zalim bi zilmê xwe bên bîranîn û da ku mezlûm jî bibin sembola însanetîyê ya ku Xweda wesfên wan dide. Divê ev  qetlîam ji tememê însanan re bibe ders û ibret. Wek mînak; bila mezlûmîyeta wan kesên ku di qetlîama Helepçê de hatin qetilkirin qet neyê jibîrkirin. Ger zalim xwestin cardin zilmê bikin bila ji vê yekê re cesaret nekin.”

Yalçinê ku di dawîya axavtina xwe de diyar kir mixabin li ser rûyê erdê hêj zilm berdewam dike di dawîya axavtina xwe de wiha axivî: “ Zilma ku li vê derê hatiye kirin niha jî li çar alîyê dinyayê tê kirin. Mezlûmîyeta Mislimanan û yên kesên xeyrî muslîmên mezlûm berdewam dike. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku dawî li van zilman bê anîn û xelkê mezlûm bigihijin rizgarîyê. Nexasim  Helepçe nîşanî me dide ku hêj zilm li Kurdan tê kirin û ew negihaştine mafên xwe. Lê belê taybetîyeke din a Helepçê heye ku dema em vê yekê di medyayê de dibînin em xemgîn dibin. Dema ku em tên li ser qebrê wan kesên ku hatine qetilkirin em xemgîntir dibin.”(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir