• DOLAR 32.519
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2434.701
  • ...
Bi hezaran Xazzeyî xwe berdan kolanan û Mahmûd Abbas protesto kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gelek herêmên Xazzê ji ber ku Abbas maaşên malbatên şehîd û êsîran qut kir, dorpêça li ser Xazzê girantir kir û ji ber helwesta wî ya derheqê Xazzê de bi hezaran Filistînî xwe berdan kolanan û qerara Abbas protesto kirin.

Xwepêşana herî mezin li li Kampa Penaberan a Cîbalîyayê hat lidarxistin. Bi hezaran  Filistînîyên ku di kampan de dimînin ji ber helwest û qerarên Mahmûd Abbas xwe berdan kolanan û helwest û qerarên Abbasî protesto kirin.

Xwepêşeke din jî li Kampa Penabera a Eş-Şatî û li bajara Refahê hat kirin. Xwepêşdarên ku li van her du herêman jî xwe berdan kolanan  pankart vekirin û dirûşmeyan avêtin û xwestin ku Mahmud Abbas terka îdarê bike û dawî li amborgaya li ser Xazzê bê anîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir