• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
“Heta welatên Îslamê li dijî zihnîyeta xaçperest nebin yek dê ev êrîş bi dawî nebin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li ChristChurcha New Zelandê  ji teref êrîşkarekî xaçperest  û terorîst ve êrîşa çekdarî li du camîyan hat kirin. Di êrîşa terorê ya ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.

Derbarê vê êrîşa xaçperest de ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustazafan ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de qetlîama ku hat kirin hat şermezarkirin û hat diyarkirin“Heta welatên Îslamê li dijî zihnîyeta xaçperest nebin yek dê ev êrîş bi dawî nebin”

“Ew êrîşên xaçperest ên ku berî niha hatibû kirin îro bi şiklên cûda tên kirin”

Di destpêka daxuyanîya ku hat belavkirin de ji Sûreya Bakarayê ayeta 114an di bîran hat xistin û hat diyarkirin: “ Ew zihnîyeta ku berî niha bi êrîşên xaçperestan  wargehan talan kirin, namûsan binpê kirin û mekanên pîroz şewitandin û dîsa ew zihniyeta ku goştên barazan davêt camîyan, li ser dîwarên mizgeftan nivîsên nîjadperest nivîsand û  êrîşî pîrekên bi hîcab kir; îro li New Zelandayê di wextê nimêja înê de êrîşî birayên me yên Misliman kir û ew şehîd kir. Heta welatên Îslamê li dijî zihnîyeta xaçperest nebin yek dê ev êrîş bi dawî nebin.”

Di dawîya daxuyanîyê de har diyarkirin divê Misliman bes bibin dostên hev û dû re weha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “ Em ji Xwedê ji bo wan birayên xwe yên ku di êrîşa xaçperest a li New Zelandê şehîd bûn re rehmet û ji bo wan birayên me yên ku birîndar bûn şifa û ji bo malbatên wan jî sebrê teleb dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir