Ew ê Fuat Oktay û Mevlut Çavuşoglu biçin New Zelandê
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve dê biçin New Zelandê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Seroka Dewleta New Zelandê gerîya û di telefonê de diyar kir ku ew wê êrîşa terorê ya xaçperest a ku tê de 49 Misliman hatin şehîdkirin telîn dike û dû re wiha got “Ev ne çalakîyeke şexsî ye, em rêxistina di pey vê êrîşê de derînin holê.”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve bişîne New Zelandê.(ÎLKHA)