Ji meteorolojîyê hişyarîya berfê
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ji bo bajarên bi navê Bidlîs, Hekkarî, Çewlig, Sêrt û Şirnexê hişyarîya berfê kir.
Demsala zivistanê li çar alîyê welêt tesîra xwe didomîne. Li gelek bajaran berf hêj dibare. Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo çend bajêran hişyarîya berfê hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê berf li bajarên bi navê Bidlîs, Hekkarî, Çewlig, Sêrt û Şirnexê tesîra xwe zêde bike ku dibê welatî ji ber vê yekê bi tedbîr bin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji bo tevahîya welêt jî hişyarîya barana zêde hat kirin.(ÎLKHA)