Ew ê li Diyarbekirê panela “Qetlîama Helepçe” bê tertîpkirin
Ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepê dê li Diyarbekirê panel bê tertîpkirin.
Hat ragihandin ew ê ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepê dê li Diyarbekirê panel bê tertîpkirin.
Berî vê 31 salan, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, di 1988an de gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê zêdetirî 5 hezar kurd hatibû şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.
Îro yek ji şermên herî mezin yên însanîyetê, salvegera qetlîama Helebçeyê ye. Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16ê Adara 1988'de de qewimî. Dema balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî barandine ser bajarê Helepçeyê. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan de bi navê 'enfal' jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Bees ve hatiye pêk anîn e
Ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepçê, roja şemîyê di seat 20.00an de ji teref Cemîyeta Mustazafan ve li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Kayapinara Diyarbekirê panelek bê tertîpkirin.(ÎLKHA)