• DOLAR 32.585
  • EURO 34.788
  • ALTIN 2522.96
  • ...
Ji bo qanûna ku malbatan hildiweşîne bê rakirin kampanya îmzayê hat destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peymana Stenbolê ya ku di 11ê Gûlana sala 2011an de li Stenbolê ji îmzê re hat vekirin di 11ê Adara sala 2012an de hat qebûlkirin. Ji bo ev peyman bê betalkirin û ji bo qanûna ku pê malbat tê hedefgirtin bê rakirin ji teref Meclîsa Malbatê ya Tirkîyê bi dirûşmeya “Bila qanûna ku malbatan hildiweşîne bê rakirin” û Peymana Stenbolê bê betalkirin” kampanya îmzê da destpêkirin. Li tevahîya Tirkîyê 957 STK piştgirî dan kampanyayê.

Daxuyanî li ser navê Meclîsa Malbatê ya Tirkîyê  ji teref Serokê Komaleya Mafên Zarokên Cîhanê Adem Çevîk ve hat xwendin.

Adem di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir “Ji ber ku Projeya  Wekhevîya Zayenda Civakî ya ku bi Peymana Stenbolê li ser civakê tê ferzkirin, li îstîqbal û însanetîyê re dijmintî dike em vê vê yekê red dikin û qebûl nakin. Di nezera me de Peymana Stenbolê Projeya Civaka Bêmalbat e. Ger malbat xera bibe dê civak jî xera bibe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir